Blinken: Êrîşa Îsraîlê ya li ser Refehê hemû sînoran derbas dike

Êrîşa bejayî ya berfireh a artêşa Îsraîlê li ser bajarê Refehê li başûrê Karta Xezzyê bû sedema nîgeraniya civaka navdewletî û Amerîkayê jî li ser zarê wezîrê xwe yê derve ragihand ku ew piştgiriyê nadin vê êrîşê.

04.05.2024, Cts - 10:08

Blinken: Êrîşa Îsraîlê ya li ser Refehê hemû sînoran derbas dike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser bajarê Refehê de hişyarî da û ragihand, “êrîşa berfireh a li ser Refehê, hemû sînorên pejirandî derbas dike.”

Blinken li Korbenda Sedona ya ku ji hêla Enstîtuya McCain li Arizona ve tê organîzekirin de got: “Di nebûna planek ji bo parastina jiyana sivîlan, em nikarin piştgirî bidin operasyoneke leşkerî ya mezin li ser Refehê."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî Refehê rijd e û got ku ew ê ji bejayî ve êrîş bikin da ku Hamas bi dawî bibe.

Welatên Ewropayê û Amerîkayê ku hevalbendên sereke yên Îsraîlê ne, bang li Netanyahu kirin ku ji biryara êrîşa li ser Refehê gav bi paş ve bavêje û hişyarî dan ku êrîşek bejayî, dikare bibe sedema karesateke mirovî ya mezin.

Şerê Îsraîl û Hemasê nêzî meha xwe ya heftemîn dibe. Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Filistînê li Karta Xezeyê nêzî 36 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in hatine kuştin û 78 hezar kes jî birîndar bûne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:21:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x