Serokê heyeta hikûmeta Sûriyeyê ku tevlî civînên Cenewê bûye Beşar Caferî di axaftina xwe de got: "Tenê şertekî me bi muxalefeta welatparêz û ya yekgirtî ku em bi wan re rûnin masê heye, divê terorîzmê lanet bikin û ji bo ajandayeke veşartî û biyanî nexebitin."
Beşar Caferî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hemû beşdarvanên ku tevlî danûstandinên Cenewê bûne divê êrişa Hûmsê ku bû sedema bi dehan xelkên sivîl lanet bikin. Heke yek jî vê red bike, em ê wî hevalgirê terorîstan bihesibînin û li gorî wê tevbigerin."