Ji bo yekemîn car piştî ketina Qacariyan di destpêka sedsala bîstan de, Îran careke din mijûlî berfirehkirina desthilat û kartêkirina xwe li Rojhilata Navîn e.
Kovara Foreign Affairs di raportekê de amaje dide çend hokaran ku alîkar bûn da Îran careke din xewna serkirdatiya Rojhilata Navîn bibîne. Weke êrişa Hevpeymanan li ser Iraqê di 2003an de û hilweşandina desthilata Beisê. Li gor raportê, piştî guherandina nasnameya dewleta Iraqê bo dewleteke “Şiî”, Iraq tê ku bi temamî bikeve bin bandora Tehranê de. Di nava 10 salên borî de Hizbullaha Libnanê bû dezgeha leşkerî û îdarî ya herî bihêz û rêkxistî li Libnanê.
Li hêleke din desthilatdarên Sûriyeyê ji bo parastina desthilata xwe pêwistiya wan bi Îranê heye. Dawiya dawîn jî Îran li Yemenê piştgiriya darayî û leşkerî pêşkêşî çekdarên Şiî “Hûsiyan” dike û li dijî hêzên alîgirên hikûmetê ku ji aliyê Erebistana Siûdî ve tên piştgirîkirin şer dike. Ev hemû hokar di hundirê du hokarên sereke de tên kurtkirin ku ya yekem êrişa Hevpeymanan li ser Iraqê ye û ya duyem jî Bihara Erebî ye.
Li gor raporta ku Tariq Osman nivîsandiye, li van hemû welatan Îran hewl dide kopiyekê ji sîstemeke siyasî ya Şiî damezrîne, lê ev yek navdarî û statûya Îranê weke welatekî xwedî pêgeha kultûrî û civakî ya taybet li Rojhilata Navîn têk dide.
Îraneke bê hevrik
Tariq Osman diyar dike ku “Li nav hemû welatên erebî li Rojhilata Navîn, Îran tenê Misrê hinkûfî xwe dibîne, lê ev dora 30 salî ye ku Misr di qada siyaseta Rojhilata Navîn de diyar nemaye.” Pirsgirêkên navxweyî yên Misrê rê nadin ew di demeke zû de vegere qada siyasî.
Vekişîna Misrê weke hêzeke navçeyî rê da Erebistana Siûdî ku rê li ber berfirehbûna bandora Îranê bigire, çimkî Erebistana Siûdî “Welatê erebî yê tenê ye ku ev şiyan li ba wê heye.” Li gor lêkolînvanê misrî “Îran tu carî nikare qebûl bike ku Erebistana Siûdî di aliyê siyasî û kultûrî de hinkûfî wê be. Tevî ku ji ber bilindbûna dahata petrolê di çend dehsalên borî de guherîneke berçav di şêweya jiyana şêniyên welatên kendavê de pêk hatiye.”
Bûyerên 40 salên borî têkiliya desthilata Îranê û welatên erebî yên navçeyê aloztir kir. Piştî şoreşa 1979an, Îranê bi berdewamî hewl da ku meremên xwe yên mezhebî-siyasî bişîne welatên erebî. Bi baweriya Tariq Osman “Îranê zanibû ku mumkin e gefa serhildanên cemawerî li ser sîstemên siyasî yên paşketî yên welatên kendavê hebe.” Ji bo vê mebestê jî baştirîn bîroke tevlîhevkirina “rewatiya olî û nûnertiya cemawerî” bû ku sîsika şoreşa îslamî ya Xumeynî pêk dianî.
Herwiha nûserê misrî diyar dike ku piştî xilasbûna şerê heşt salî yê Îran û Iraqê, elîta siyasî ya Îranê û raya giştî ya îraniyan du hest tevlî hev dikirin: Li hêlekê hest bi bilindbûna xwe li gor şêniyên welatên Kendavê dikirin û li hêla din jî hest dikirin ku ew bûne qurbaniyên “plana Amerîka û welatên zengîn ên Kendavê.” Li gor Tariq Osman ev herdu hest motîfên sereke yên şîegeriya siyasî bûn di 12 salên borî de.”
Bi baweriya Tariq Osman, 20 salan paş xilasbûna şerê Îran û Iraqê, Tehranê hê jî nikaribû statûya xwe li Rojhilata Navîn bihêz bike “Ji ber ku li hêlekê aboriya wê lerizok bû, li hêla din jî hevrikiya navbera muhafezkar û reformîstan şiyana Îranê ya mijûlbûna bi kêşên navçeyê kêm kiribû, lê dehsaliya borî ew çax bû ku serkirdên Îranê li benda wê bûn.
Ji Tehranê re derfetek!
Bi dîtina Tariq Osman “Îran xwe wek tekane welat dibîne ku hêjayî çavdêrkirina guherînên Rojhilata Navîn be. Ji ber ku hem xwe wek desthilateke rewa ya olî dibîne, hem jî bawer dike ku di aliyê siyasî de ji şaneşînên cîranê xwe demokratir e. Îran bawer dike ku ew mîna Çîn, Rûsya û Rojava xwedî nerîneke şaristanî ye ku welatên din ên deverê jê bêpar in.”
Nûserê misrî bawer dike ku du helwestên Amerîkayê li hember Rojhilata Navîn bandor li ser vê nerîna navçeyî ya Îranê kirin, li hêlekê terkîza siyaseta derve ya Amerîkayê ji Rojhilata Navîn çû ser rojhilatê Asyayê, li hêla din jî tifaqa atomî ya Îranê destê Tehranê di vejandina sektora wê ya aborî de dirêjtir kir. Bi baweriya Osman, Amerîka di dehsaliya borî de “Dev ji bîrokeya avakirina welatan û geşandina demokrasiyê li Rojhilata Navîn berda.” Bo çareseriya kêşeyên din jî li hêzên mezin ên navçeyê digere û Îran xwe wek kandîda yekem bo lîstina vê rolê dibîne.
Tariq dibîne ku tevî ku daxuyaniyên serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump li hember Îranê pir tund bûn, lê tê çaverêkirin ku armanca sereke ya îdareya nû ya Washingtonê rûbirûbûna komên radîkal ên Sunî be û ev dikare bibe derfetek bo nêzîkbûna Tehran û Washingtonê.
Tariq Osman li ser bingeha xalên li jor, dibîne ku Îran dê di çend salên bê de jî hewl bide bandora xwe berfirehtir bike û ji bo vê mebestê jî sê şertên sereke li ber çav bigire:
Yekem: Tehran rêgiriyê li Îsraîlê dike, da komên nêzîkî Tehranê neke armanc. Lewra jî nabe rê bide ku Hizbullah ew qasî bihêz bibe ku Îsraîl wê weke metirsiyeke mezin bibîne.
Duyem: Îran wê hewl bide Erebistana Siûdî lawaz bike, bi awayekî ku êdî Riyad nikaribe astengiyan li pêşiya berfirehiya bandora Tehranê peyda bike.
Sêyem: Îran wê hewl bide nakokiyên mezhebî li Iraq, Sûriyê û Libnanê berdewam bin da bi riya şer û nakokiyên navxweyî yên kûr rê li ber bihêzbûna aliyên Ereb ên sekuler bigire ku bi dirêjiya dîrokê li dijî berfirehiya bandora Îranê bûn.
Li gor Tariq Osman, misogerkirina şertên yekem û duyem hêsan e, ji ber ku Îsraîl bi xwe jî ne dilgerm e şerekî nû li dijî Hizbullahê pêxîne û Erebistana Siûdî jî êdî hest bi giraniya şerê bi wekalet li dijî Îranê dike.
Lê şertê sêyem zehmet e, ji ber ku di demeke dirêj de “Îran weke hêzeke dijî Sunî, Dirûz û kemîneyên olî yên din pênase dike, lê rola van koman di diyarkirina enînivîs û sîstema siyasî û îdarî ya welatên wan de hebû û çêbûna metirsiyê li ser statû û desthilata wan dikare Îranê weke hêzeke biyanî ya dagîrker wêne bike.
Herwiha nasnameya dîrokî ya Îranê weke hêzeke kultûrî û civakî ya bilind li navçeyê tûşî gefên cidî dike ku dema çend dehsalan e yek ji bingehên desthilata Tehranê li deverê bû.