DAIŞ paytexta xwe ji Reqqayê dibe Deyr ez Zorê
Di medya erebî de hat ragihandin ku DAIŞ ji ber guvaşa operasyona Reqqayê amadekariyan dike ku paytexta xwe ji Reqqayê bibe bajarê Deyr ez Zorê.
Rojnameya El-Şerq El-Ewset di nûçeyeke xwe de îdiakir ku DAIŞ ji ber şerê kontrolkirina Reqayê niha amdekariyan dike ku bajarê Deyr ez Zorê wek paytexta xwe ragihîne.
Herwiha di nûçeyê de hat gotin ku DAIŞ berpirs û serkirde jî di nav de, hin hêzên xwe yên leşkerî ji bajarê Reqqayê û Mûsilê veguheztine bajarê Deyr ez Zor a Sûriyê.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:17:54