DAIŞê êrîşî Der'ayê kir

DAIŞê ber bi başûrê rojavayê bajarê Der'a yê Sûriyê ve êrîşên berfireh pêk anî.

21.02.2017, Sal - 07:24

DAIŞê êrîşî Der'ayê kir
Nuçe Belav bike

Televîzyona bi navê El Meyadîn a Lubnanê ragihand, çekdarên DAIŞê li devera ku di navbera girên Golanê, sînora Urdinê û bajarê Der'ayê de ye êrîş kirine.

Di nûçeyê de ti zanayrî derbarê encamên şer û hejmara kuştî û birîndaran de nehatiye dan.

Hefteya borî jî di navbera Artêşa Sûriyê û Fetih El-Şamê de şer û pevçûn derketibû.

Di vê şer û pevçûnê de Artêşa Sûriyê bi ser ketibû û Fetih El-Şam paşve vekişiyabû.

Bajarê Der'a li başûrê rojavayê Sûriyê û li nêzî sînora Urdinê ye. Der'a 100 kîlometre li başûrê Şamê ye.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1241 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:04:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x