Di êrîşeke Îsraîlê de 4 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

Îsraîlê çend baregahên artêşa Sûriyê bombebaran kirin û di encam de 4 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

19.11.2022, Cts - 10:55

Di êrîşeke Îsraîlê de 4 leşkerên Sûriyê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku vê sibê demjimêr 06:30 deqe, Îsraîlê ji ser Derya Spî baregahên artêşa Sûriyê li naverast û perava Sûriyê bombebaran kirine.

Li gor heman ajansê, di bombebaranê de 4 leşkerên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Medya Sûriyê dibêje, hêzên berevaniya esmanî jî bersiva wan êrîşan dane.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji destpêka Îsal ve, di encama êrîşên Israîlê li ser Sûriyê 66 leşkerên hikûmeta Sûriyê û çekdarên ser bi wê ve hatine kuştin.

Ji sala 2011an ve Israîl li dijî Sûriyê gelek êrîş pêk aniye, di wan êrîşan de baregehên Îran û artêşa Sûriyê dibin armanc.

Hikûmeta Sûriyê jî berdewam dibêje ku ew ê di cih û dema guncav de bersiva wan êrîşan bidin, lê heta niha wan bersiva yek êrîşê jî nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:32:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x