Di êrîşên Îsraîlê de 3 kes li Xezzayê hatin kuştin

Di êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de, 3 Filistînî hatin kuştin ku di nav wan de, fermandarekî leşkerî yê Grûpa Seraya Qudisê heye.

11.05.2023, Per - 05:37

Di êrîşên Îsraîlê de 3 kes li Xezzayê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Grûpa Seraya Qudis di daxuyaniyekê de ragihand, îro Çarşemê danê sibê di êrîşa asmanî ya Îsraîlê li ser navçeya Xan Yûnis a Xezzayê de, fermandarê leşkerî yê Filistînê Elî Xalî hat kuştin.

Li gorî jêderên xwecihî, gelek kesên sivîl li Xezzayê di encama êrîşên Îsraîlê de birîndar bûne.

Îsraîl ji pêr Sêşemê ve dest bi êrîşên asmanî li ser Tevgera Cîhada Îslamî li herêma Xezzayê kiriye, ji aliyê xwe ve jî çekdarên Îsraîlî bi sedan mûşek arasteyî Îsraîlê kirine.

li gorî zanyariyan, heta niha 25 kes li Xezzayê hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:00:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x