Di navbera Îran û Iraqê de rêkeftin: Li hemberî gazê petrola xav

Li gorî peymana ku di 11ê Tîrmehê de di navbera Iraq û Îranê de hatiye îmzekirin, Iraq dê li hember gaza xwezayî petrola xav bişîne Îranê.

14.07.2023, Cum - 12:48

Di navbera Îran û Iraqê de rêkeftin: Li hemberî gazê petrola xav
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê, INA, di berdêla dabînkirina gaza xwezayî ya Îranê de, Iraq dê li gorî rêkeftina ku di navbera wan de hatiye îmzekirine, petrola xav hinarde bike.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Serokwezîriyê ya Iarqê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Iraq û Îranê ji bo pevguhertina gaza siruştî peyman îmze kirine û di berdêla gaza ku ji Îranê bê hawirdekirin dê Iraq petrola xav hinardeyî Îranê bike.

Ev peyman ji aliyê Rêveberê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Îhsan Yasîn Awadî û Balyozê Îranê yê li Bexdayê Mihemed Kazim Sadik ve hat îmzekirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku sedema sereke ya rawestandina hinartina gazê ji aliyê Îranê ve, sizayên Amerîkayê ne û ti pêwendiya wê bi deynan re nîne û da zanîn ku Iraqê hemû deynên xwe yên bi Îranê re daye.

Sûdanî di daxuyaniya li ser peymanê de got “Di encama danûstandinên berdewam ên li gel şanda Îranê de, lihevkirin çêbû. Lihevkirin bo Lijneya Wezîran hatiye şandin û biryar hat dayîn ku gaz û petrola xav bi hev biguherînin. Em dê petrola xav bidin Îranê û ew jî gazê bidin me.”

Armanca rêkeftinê ew e ku hinardekirina gaza sirûştî ya Îranê bo Iraqê bigihîne derdora 45 milyon metre sêca di rojê de ji bo santralên elektrîkê, ku berî rêkeftinê daketibû 21 milyon metresêcayî.

Hate diyarkirin ku gaza hawirdekirî dê di hilberîna elektrîkê de were bikaranîn, Wezareta Elektrîkê ya Iraqê jî diyar kir ku bi peymana bi Îranê re dê rewşa elektrîkê baştir bibe.

Niha Iraq 20 hezar û 800 MW elektrîk berhem tîne, lê ji bo ku kêmasiyê bigire bi taybetî di werza havînê de pêwîstî bi 34 hezar û 35 hezar MW elektrîk heye.

Li aliyê din hat diyarkirin ku Wezareta Elektrîkê ya Iraqê 11 trîlyon dînar deynê Îranê li Banka Bazirganî ya Iraqê razandiye, lê Tehranê ji ber sizayên Amerîkayê nikare wan pereyan bikşîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 527 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:56:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x