Ebadi xwedî hêzên Haşdî Şabî derket

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevdîtina li Bexdayê ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson re got, 'Heşda Şeibî hêzeke fermî ya dewleta Iraqê ye û divê em wan wek hêviya welat û herêmê teşwîq bikin.'

24.10.2017, Sal - 07:10

Ebadi xwedî hêzên Haşdî Şabî derket
Nuçe Belav bike

Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê piştî hevdîtina Tillerson û Ebadî daxuyaniyek belav kir û tê de got, Tillerson girîngiya yekbûna xaka Iraqê aniye ziman û daxwaz kiriye, ew piştgiriya çareseriyeke bê şer ya bi diyalogê ji Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.

Em naxwazin bi ti pêkhateyê re bikevin şer​

Li gor daxuyaniyê Ebadî ji Tillerson re gotiye, wan li Kerkûkê serwerîya dewleta Iraqê dabîn kiriye û daye xuyakirin, "Em naxwazin bi ti pêkhateyê re bikevin şer. Me peyama ‘hemwelatiyên Kurd bo me hêja ne' gihand Tillerson."

Heşda Şabi Hêzeke Fermî ye

Ebadî di hevdîtina digel Tillerson de, Heşda Şeibî wekî ‘şervanên iraqî' yên li dijî terorê qurbanî dane parastiye û gotiye, "Heşda Şeibî yek ji saziya fermî ya dewletê ye. Li gor destûrê rê bo ti hêzeke çekdar av derveyî destûrê nayê dayîn. Divê em Heşda Şeibî û şervanên wan ji bo bibin hêvîya welat û herêmê teşwîq bikin."

Hêjayê gotinê ye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson 22yê Cotmehê li Riyazê gotibû, "Pêwîst e hêzên Heşda Şeibî yên Îran piştgiriya wan dike, ji Iraqê vekişin û herin malên xwe."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x