Encûmena Sivîl a Reqqayê hat damezirandin

Encûmena Sivîl a Reqayê hat damezirandin û berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk dibêje, piştî rizgarkirina Reqayê dê ev Encûmen tevahiya parêzgehê Reqa birêve bibe.

19.04.2017, Çar - 06:24

Encûmena Sivîl a Reqqayê hat damezirandin
Nuçe Belav bike

Li Bajarê Eyn Îsa, bi serperştiya Encûmena Sûriya Demokratîk, kongireyek ji kesayetiyên Reqayê re hat lidarxistin û di encamê de Encûmena Reqa a Sivîl hat ragihandin, û Leyla Mistefa û Şêx Mehmûd Borsan wek hevserokê Encûmenê hatin hilbijartin.

Encûmena Sivîl a Reqayê ji Hevpeymaniya Navdewletî dixwaze, ku alîkariya xelkê Reqayê bike da ku bikaribin ji nû ve bajarê xwe ava bikin.

Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Telal Silo, da xuyakirin ku piştî derxistina DAIŞê bi temamê ji nav bajêr, dê encûmena sivîl karûbarên Reqa û derdora wê birêve bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1387 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:30:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x