Duh roja Duşemê 9ê Çileya 2023an, Wezîrê Hecê yê Erebistana Siûdî Tewfîq Bin Fewzan ji televîzyona fermî ya welatê xwe re ragihand, îsal mercê temen li ser heciyan tê rakirin û ji bilî wê jî, temamê rêkarên xweparêziyê jî tên betalkirin.
Tewfîq Bin Fewzan eşkere kiriye, sîgortaya tendirustiyê bi rêjeya %60 tê kêmkirin, hejmara Heciyan jî dê bibe wek serdema beriya Koronayê.
Herwiha diyar kir, desthilatdarên Erebistana Siûdî hemû mercên li ser Heciyan radikin, bi taybetî jî mercê temen.