Felah Mistefa: Dibe ku Îran li herêmê rê li ber şerek nû veke

BerpirsêPêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku eger pêşî li mudaxeleya Îranê ya li herêmê neyê girtin dibe em bi şerekî mezin re rû bi rû bimînin.

20.11.2017, Pts - 10:20

Felah Mistefa: Dibe ku Îran li herêmê rê li ber şerek nû veke
Nuçe Belav bike

Berpirsê têkiliyên derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa tevlî panela bi ser navê ‘Ji nû ve avabûna Rojhilata Navîn û ji şerê navxweyî ber bi civaka sivîl' a foruma Ewlehiya Navneteweyî ya Halifaxê bû. Mistefa di panelê ragihand ku dibe li herêmê şerekî nû çêbibe û raya giştî ya cihanê hişyar kir.

Felah Mistefa di axaftina xwe de qesta Îranê kir û got: "Divê pêşiya we were girtin ku bes bikaribe mudaxeleya welatên din bike. Lewra piştî têkçûna şerê DAIŞê wê li herêmê şerêkî nû dest pê bike."

Her wiha Felah Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Iraq ji nirxên xwe yên demokratîk û ji şeklê xwe yê federal dûr dikeve û ber bi Îslamî-mezhebiyetê ve diguhere. Ti pêşerojeke kurdan di nava Iraqê de nemaye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1406 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:27:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x