Firokeyên şer ên Îsraîlê li baregehên Hemasê xistin

Hat diyarkirin ku firokeyên şer ên Îsraîlê li Kampa En-Nuseyrat a li başûrrojava û navenda Xezeyê li 2 noqteyên Hemasê xistin.

16.07.2022, Cts - 08:06

Firokeyên şer ên Îsraîlê li baregehên Hemasê xistin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku firokeyên şer kargeha mûşekan a Hemasê û 2 nuqteyên cuda yên ku çek lê tên çêkirin kirine armanc.

Îsraîlê diyar kir ku êrîş li dijî mûşekên ku bi şev ji Xezzeyê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin hatiye kirin.

Hat destnîşankirin ku kargeha mûşekan a ku hat armanckirin di nav kargehên mûşekan ên li Xezeyê de herî mezin e.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşê li herêmê dengên teqînên dijwar hatin bihîstin, li ser kuştî an jî birîndaran de agahî nehat dayîn.

Artêşa Îsraîlê beriya niha ragihandibû ku yek ji 2 mûşekên ku ji Xezzeyê ber bi bajarê Aşkelon a li başûr hatine avêtin, ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Iron Dome ve hatiye têkşikandin û ya din jî li zeviyeke li nêzikî Aşkelonê ketiye xwarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:29:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x