Hat ragihandin ku fermandarê hêza Quds a pasdaran Qasim Silêmanî ji Iraqê daxwaz kir ku hilbijartinan bi paş bixe.
Li gorî nûçeya rojnameya Ukaz a Erebîstana Siûdî, Fermandarên Hêza Quds a Pasdaran Qasim Silêmanî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz kir ku hilbijartinan bi paş bixe û li ser vê li hev kirin.
Rojnameya Ukaz a Erebîstana Siûdî di raporta xwe de ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û fermandarê hêza Quds a pasdarên Îranê Qasim Silêmanî li Bexdayê civiyane û li ser paşxistina hilbijartinên Iraqê, ku tê gotin meha Gulana 2018an dê were kirin li hev kirine.
Li gorî nûçeya Ukazê, Qasim Silêmanî ji ber ku Haşdî Şabî jî bikaribe tevlî hilbijartinan bibe daxwaz ji Ebadî kiriye ku hilbijartinê bi paş bixe. Ji ber ku çend roj berê Parlamentoya Iraqê ragihandibû ew partî û hêzên siyasî yên ku xwedan çekdar in, nikarin tevlî hilbijartinên bibin.
Hat gotin ku piştî hevdîtinê, Ebadî ferman daye çend firaksyonên Parlamentoya Iraqê da ku bi rêya dadgehê hilbijartinan paş bixin û tê gotin çend firaksiyonên sunî yên nêzîkî Ebadî jî piştgirî dan vê yekê.