Hevpeymaniya Kolonêl: Di çend heftiyên bê de bajarê Reqayê bi temamî tê dorpêçkirin

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Kolonêl John Doryan ragehand ku, tê pêşbînîkirin, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) di heftiyên bê de bajarê Reqayê bi temamî dorpêç bike daku, dest bi rizgarkirina wê bê kirin.

09.02.2017, Per - 06:55

Hevpeymaniya Kolonêl: Di çend heftiyên bê de bajarê Reqayê bi temamî tê dorpêçkirin
Nuçe Belav bike

Derbarê dorpêçkirina bajarê Reqayê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Kolonêl John Doryan di kongiryeke rojnamevanî de li Bexdayê ragehand ku, di demê pêşde qonaxa standina biryara kontrolkirina navenda bajarê Reqayê wê hebe.

John Doryan da zanîn ku, tê pêşbînîkirin ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) di heftiyên bê de bajarê Reqayê bi temamî dorpêç bike, tekez kir ku, ew niha ti zanyariyan li ser demeke destnîşankirî bo kontrola bajêr nadin.

Li gor Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) ragehandîn ew niha tenê 11 K.m ji navenda bajarê Reqayê dûrin.

Di 4ê vê mehê de û di kongireyeke rojnamevanî de qonaxa siyemîn a operasyona Xezeba Feratê ji aliyê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) ve hate ragehandin, heta niha jî gelek gund û navçe kontirolkirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 827 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:28:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x