Hevpeymaniya Navdewletî: Êrîşên DAIŞê bi awayekî berbiçav kêm bûne

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ragihand ku di mehên destpêkê yên sala 2023an de êrîşên DAIŞê li Iraq û Sûriyê bi awatekî berbiçav kêm bûne.

25.04.2023, Sal - 08:50

Hevpeymaniya Navdewletî: Êrîşên DAIŞê bi awayekî berbiçav kêm bûne
Nuçe Belav bike

Piştî bilindbûna wê li Iraq û Sûriyê di sala 2014an de, DAIŞ piştî zincîre operasyonên serbazî li her du welatan bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê hat têkbirin.

Iraqê di sala 2017an de li dijî DAIŞê "serkeftin" ragihand, û paytexta xwe ya dawî li Sûriyê di sala 2019an de ji dest da, lê şaneyên wê yên veşartî hîn li deverên gundewarî çalak in û car caran dest bi êrîşan dikin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê General Matthew MacFarlane got: "Ji destpêka salê heta hefteya yekem a Nîsanê, me kêmbûnek ji sedî 68 di êrîşên DAIŞê de li Iraqê li gorî heman heyama sala borî tomar kir."

MacFarlane di civîna çapemeniyê ya înternetê ya ku li dar xist de bersiva pirsan da û got, "Me di heman heyamê de li Sûriyeyê ji sedî 55 kêmbûnek tomar kir" û bal kişand ku êrîş ji aliyê "yek an çend kesan" ve bi awayekî sinordar hatine kirin.

General MacFarlane amaje bi wê yekê kir ku li Iraqê li gorî sala borî ji sedî 80 kêmbûne û li Sûriyê jî ji sedî 37 kêm bûne û got ku meha Remezanê di salên dawî de weke yek ji aramtirîn mehên Remezanê hatiye tomarkirin.

Matthew MacFarlane diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku rêveberiya Kampa Holê dike nêzî 50 hezar endamên malbatên çeteyên DAIŞ'ê tê de ne, ji destpêka sala 2023'an û vir ve zêdetirî 1300 welatiyên biyanî ji kampê vegerandine welatên wan.

Di meha Adarê de, berpirsekî leşkerî yê Îraqî got ku di navbera 400 û 500 endamên çalak ên DAIŞê li Iraqê hene.

Li gorî texmînên di rapora ku di meha Sibatê de pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin, di navbera 5000 û 7000 endamên rêxistinê hene û bi hezaran alîgirên wê di navbera Iraq û Sûriyê de belav bûne.

Li gorî rapora Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, tevî hewlên Iraqê, ku karîbû di sala 2022an de nêzîkî 150 endamên DAIŞê bikujin, rêxistin hîna çalak e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:01:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x