“Heyder Ebadî partiyek nû ava dike û ji Malikî cihê dibe”

Tê gotin ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ku endamê partiya Deiwe ya Iraqê ye, dê partiyek nû ava bike û ji wê partiyê cuda bibe.

06.02.2017, Pts - 11:59

“Heyder Ebadî partiyek nû ava dike û ji Malikî cihê dibe”
Nuçe Belav bike

Tê gotin ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ku endamê partiya Deiwe ya Iraqê ye, dê partiyek nû ava bike û ji wê partiyê cuda bibe.

Hiqûqnasê iraqî Tariq Herb li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, rewşa niha ya Iraqê bi dilê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji ber ku piştî serkeftinên artêşa Iraqê li hember DAIŞê, alîgirên Ebadî zêde bûne.

Tariq Herb daye zanîn ku tê pêşbînîkirin Heyder Ebadî, ku yek ji serkirdeyên partiya Deiwe ye, dê meha Adara îsal partiyek nû ava bike û ji serokê wê partiyê Nûrî Malikî û partiyê cihê bibe.

Li gorî wî hiqûqnasê Iraqî, Ebadî dê di hilbijartinên bê de hevrikiya Malikî bike, jixwe gelek siyasetmedarên Iraqî dibêjin Malikî wisa kir DAIŞ êrişî Iraqê bike.

herwiha serokê herêma Kurdistan birêz Mesûd Barzanî dabû dîyarkirin gava Nurî El Malîkî were ser desthiladarîya Îraqê ewê bibe sedama îlankirin dewleta Kurdistan di îraqê de .

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x