Hêzên Amerîka li firokxaneya Bexdayê rastî êrîşekê hat

Binkeya leşkerî ya Vîktorya li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê bi riya droneyekê rastî êrîşê hat.

24.05.2022, Sal - 06:44

Hêzên Amerîka li firokxaneya Bexdayê rastî êrîşekê hat
Nuçe Belav bike

Binkeya leşkerî ya Vîktorya li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê bi riya droneyekê rastî êrîşê hat.

Jêderekî ewlekariyê li Bexdayê ragihand, îro danê sibê bi droneyekê êrîş li ser binkeya Vîktorya ya li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê dikeve hate kirin.

Li gor wî jêderî, sîstema berevaniya asmanî di hundirê firokxaneyê de hate aktîvkirin û dengê zengilê hişyariyê li firokexaneyê hat bihîstin.

Ev baregeh li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê û beşek ji hêzên Amerîka lê ye, berê çendîn caran rastî êrîşên mûşekî û droneyan hatiye, piraniya wan êrîşan jî komên çekdar ên ser bi Îranê ve girtine ser xwe.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 406 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:27:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x