Şêx Ehmedê derbarê mijarê de wiha got: Hejmara hêzên me niha zêde dibe, bi taybetî xelkê herêmê tev li me dibin û hêza me têra xwe heye ku em Reqqayê bi piştgiriya Hêzên Hevpeymanê rizgar bikin."
Herwiha fermandara kurd destnîşan kir ku agahî li nik wan hene ku DAIŞê hinek fermandarên xwe ji bajarî derxistine û wiha pê de çû: Îca tunelan dikolin û em texmîn dikin ku ew dê bajarî qayim bikin. DAIŞ xwe ji bo şerê kolanan amade dike."
Hêjayî gotinê ye ku Berdevkê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) Telal Silo jî duh ragihandibû ku ji Amerîkayê re gotine, divê rola Tirkiyeyê di operasyona rizgar kirina bajarê Reqqayê ji DAIŞê de tine be.