Îran: Mimkin e di çend seetekên bê de Hizbulah êrîşê bike

Wezîrê Derve yê Îranê, Husên Emîr Ebdulahiyan, amaje da wê yekê ku mimkin e di çend seetekên bê de Hizbulaha Libnanê êrîşa bergiriyê li dijî Israîlê bike.

17.10.2023, Sal - 08:31

Îran: Mimkin e di çend seetekên bê de Hizbulah êrîşê bike
Nuçe Belav bike

Ebdulahiyan di hevdîtineke tilevizyonî ya girêdayî helsengandina şerê navbera Israîl û Hemasê de ragehand, mimkin e di çend seetekên bê de Hizbulaha Libnanê êrîşa bergiriyê li dijî Israîlê bike. Herwesa wî got: Serkirdeyên bergiriyê rêyê nadin ku rijêma Israîlê her kiryarekê (êrîşa bejahiyê) li Xezzeyê bike û paşî êrîşê bike ser hêzên din ên bergiriyê. Hemî helbijartin li ber singê Hizbulahê ne”.

Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir: Tê çaverêkirin ku di çend seetekên bê de êrîşa bergiriyê ya bereyê bergiriyê li dijî Israîlê bê kirin”.

Piştî destpêkirina şerê navbera Israîlê û Bizava Hemasê, Hizbulaha Libnanî gefan dike ku êrîşê bike ser Israîlê. Pêştir Cîgirê Emîndar Giştî yê Hizbulaha Libnanî, Neîm Qasim, ragehandiye: Em amade ne ku peywendiyê bi birayên xwe yên Hemasê û komên bergiriyê yên Filistînê bikin ji bo êrîşkirina li ser Israîlê lê em li benda dema guncayî ne”.

Ev di demekê de ye ku di çend heftiyekên borî de supayê Israîlê zêdetirî carekê baregayên Hizbulaha Libnanî li başûrê Libnanê bombebaran kirine. Li beranberî wê yekê jî, Hizbulahê bi rêya derbazkirina çekdarên xwe ji bo nav axa Israîlê fermandeyekî bilind ê supayê Israîlê kuşt.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 194 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:35:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x