Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina xeta trenê bi Tirkiyê re danûstandinê dikin

Wezîrê Gihandin û Ragihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ano Cewher ragihand ku wan bi Enqerê re ji bo çêkirina xeteke trenê ya navneteweyî rêkeftinek îmze kiriye ku Herêma Kurdistan-Iraq û Tirkiyê bi hev ve girêdide.

18.08.2022, Per - 12:00

Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina xeta trenê bi Tirkiyê re danûstandinê dikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Gihandin û Ragihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher Abdoka ji nûçegihanê Rûdawê Behroz Ferîdûn re ragihand, ku ew ligel wezareta avedankirinê ya Herêma Kurdistanê hem li ser xetên hesinî yên navxwe û hem jî yên navdewletî yên Herêma Kurdistanê kar dikin.

Ano Cewher got, “Li ser rênimayên Serokwezîrê me bi rijdî kar li ser çêkirina xeteke navdewletî ya trenê kiriye, bo vê armancê jî me çend caran bi wezîrê avedankirinê re serdana Bexdayê kiriye û em bi wezîrê veguhastinê yê Iraqê re civiyane, herwiha wî jî serdana Herêma Kurdistanê kiriye û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re civiyaye.”

Wezîr Ano Cewher diyar kir, “Me bi Bexdayê re reşnivîsek amade kiriye ku di navbera Bexda, Tirkiye û me [Herêma Kurdistanê] de ye, ji bo ku rêyên hesinî (xetên trenê) ji bendera Faw heta Bexda, Kerkûk, Hewlêr, Mûsil, Duhok û ji wir jî heta Nisêbîn û Tirkiyê were çêkirin. Ew heman xet e ku hatiye pêşniyarkirin û niha em li ser dixebitin.”

Wezîrê Gihandin û Ragihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaej bi wê yekê jî kir, hêla Kurdistanê ya trenê ku ew û Wezareta Avedankirinê bi hev re li ser dixebitin, dê hemû bajarên Herêma Kurdistanê bi hev ve girêbide û herwiha xeta trenê ya Kurdistanê bi xeta navdewletî jî girêbide.

Ano Cewher Abdoka bi bîr xist ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha Sibatê de bi şîrketa Deutsche Bahn a Almanî re peymanek ji bo dîzaynkirina sîstema trenê li seranserê Herêma Kurdistanê îmze kiriye.

Abdoka da zanîn ku, berî niha hikûmeta Iraqê rêkeftinek ligel kompanyayeke Îtalî bo rêya hesinî ya navdewletî kiriye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser îmzekirina rêkeftinekê ligel kompaniya TenBroeke ya Brîtanî bo destpêkirina cîbicîkirina sîstema xeta trenê ya Herêma Kurdistanê dike.

Wezîrê destnîşan kir, di çend rojên bihê de ew dê bi wê kompanyaya Brîtanî re girêbestekê îmze bikin û dest bi danîna xetên navxweyî yên trenê li Herêma Kurdistanê bikin.

Planên avakirina sîstema rêyên hesinî li Herêma Kurdistanê hîn nû ne. Lê plana vejandina tora rêyên hesinî li Iraqê ku di heyama dorpêçên Amerîkayê yên salên 1990î de karkirina li ser hatibû rawestandin, di wan çend salên dawî de gav bi gav tê pêkanîn.

Di sala 2018an de xeta trenê ya Fellûce-Bexdayê temam bû. Di sala 2016an de hikûmeta Iraqê 137 milyon dolar ji bo kirîna 12 trenên nû ji Çînê terxan kiribû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêştir ragihandibû ku di meha Adarê de li gel Iraq, Tirkiye û welatên Kendavê li ser avakirina toreke xeta trenê ya herêmî ku dê bazirganiya li herêmê zêde bike hevdîtin pêk anîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:40:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x