Îsraîl: Me sîxurekî Îranî desteser kir

Îsraîlê ragihand, hewleke sîxurî ya Îranê pûç kirine ku Cihûyekî Îranî desteser kirine, ku ji bo veşartina amûreke çavdêriyê, qutiya destmalên kaxezî bi kar aniye.

12.08.2023, Cts - 18:45

Îsraîl: Me sîxurekî Îranî desteser kir
Nuçe Belav bike

Dezgeha Asayîşa Giştî ya Îsraîlê ragihand: “Ev kes Cihûyekî Îranî ye, ku kesûkarên wî li Îsraîlê hene, di dema lêkolînê de li Balafirgeha Ben Gurion li xwe mikur hatiye ku pêştir hatiye ji bo sîxurkirina li ser armancên Îsraîlê ji bo bîrkariyên ewlehiyê yên Îranê.”

Hat eşkerkirin ku ew kes bo Îranê hatiye deportkirin û "ev bûyer beşek e ji hewlên berfireh ên Îranê yên ji bo pêkanîna tora sîxurî û terorîstî li Îsraîlê".

Li ser pirsa "çima tometbar li şûna ku lêpirsîn derbarê wî de were kirin, hat deportkirin?", rayedarekî ji Reutersê re ragihandiye, ew di wê baweriyê de ne ku ew kes vê yekê di bin zextê de dike û pere sedemek e ku vê yekê bike.

Kongreya Cîhanî ya Cihûyan di raportekê de ragihandiye, di destpêka şoreşa îslamî ya Îranê ya sala 1979an de, nêzîkî 80 hezar Cihû li Îranê hebûn, lê belê ji wê demê ve piraniya wan welatê xwe bi cih hiştine, heta niha jî dibe ku civaka herî mezin a Cihûyan li Rojhilata Navîn li derveyî Îsraîlê bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 130 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:16:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x