Tê ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê paytexta Sûriyê bordûman dikin.
Piştî ku duh balafireke bêmirov a Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hat xistin, îro jî hat ragihandin ku danê sibê balafireke şer a Îsraîlê ji aliyê Sûriyê ve hatiye xistin. Piştî van geşedanan tê gotin ku niha balafirên şer ên Îsraîlê paytexta Sûriyê Şamê bordûman dikin.
Ajansa fermî ya Sûriyê îdî kiribû ku pergala parastina esmanî ya Sûriyê gelek balafirên şer ên Îsraîlê xistine, lêbelê Îsraîlê ragihand ku tenê balafireke wan hatiye xistin.
Piştî xistina balafira wê Îsraîlê li dijî Şamê û deverêndin dest bi bordûmaneke din kiriye û li gor çavkaniyên herêmî li deverê dengê gelek teqînan hatiye.