Îsraîlê bi mûşekan êrîşî derdora Şamê kir

Hat ragihand ku 4 mûşek li nêzîk fFirokxaneya Navdewletî ya Şamê û Seyide Zêneb ketin

27.10.2022, Per - 07:08

Îsraîlê bi mûşekan êrîşî derdora Şamê kir
Nuçe Belav bike

İsraîlê bi mûşekan êrîşî derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê kir, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê jî hewl da rûbirûyî wan mûşekan bibe.

Ajansa SANA ya Sûriyê li ser zarê jêderekî lekerî ragihand, îro 27ê Cotmeha 2022an, demjimêr 00:30, Israîlê ji aliyê Filistînê ve êrîşeke asmanî pêk anî û çend xalên derdora bajarê Şamê kirin armanc.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî êrişa Îsraîlê ya bi mûşekan bû û hin ji wan xistin xwarê.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê bi mûşekan êrîşî derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê kir û herî kêm, 4 mûşek li devera firokxaneyê û Seyide Zêneb ketin.

Roja 24ê Cotmehê jî Îsraîlê, tabûreke berevaniya asmanî li devera Xirbet El-Şeyab li başûrê Şamê û firokxaneya Dîmasê ya ku hêzên Hizbullaha Libnanî lê bi cih dibin kir armanc û di encamê de efserek û leşkerek hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.

Di salên borî de, Îsraîlê bi dehan êrîşên asmanî li Sûriyê pêk anîne, bi taybetî navendên artêşa Sûriyê, Hizbullaha Lubnanî û hêzên ser Îran ve dike armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:33:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x