Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA belav kiriye ku derengiya şeva derbasbûyî demijmêr 11:45an, Îsraîl ji aliyê Golanê ve êrîşî ser çend xal û bingehan li gundewarê Şamê kirine û Berevaniya Asmanî ya Artêşa Sûriyê rûbirûyî wê êrîşê bûye û çend muşek xistine xwarê.

29.05.2023, Pts - 08:21

Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA belav kiriye ku derengiya şeva derbasbûyî demijmêr 11:45an, Îsraîl ji aliyê Golanê ve êrîşî ser çend xal û bingehan li gundewarê Şamê kirine û Berevaniya Asmanî ya Artêşa Sûriyê rûbirûyî wê êrîşê bûye û çend muşek xistine xwarê.

Li gorî heman çavkaniyê, ziyanên canî tune ne û ziyan bi tenê madî ne.

Li gorî Çacdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî, şevê din Îsraîlê du caran li pey hev, Bingeha Berevaniya Asmanî ya Artêşa Sûriyê ku çekdarên Hizbullah a Lubnanê li wir dimînin bombebaran kirine.

Ew bingeh li navçeya Hifêr Elfoqa li gundewarê Şamê dikeve, herwiha di wê êrîşê de derdora balafirxaneyê û navçeya Hamê hatiye armanckirin.

Ev yekemîn êrîşa Israîlê ye li ser Sûriyê ji piştî lutkeya Ceda, lê duyemîn êrîş e di meha Gulanê de. Roja 1 Gulanê jî artêşa Israîlê çend bingeh li derdora Helebê bombebaran kiribûn û di encamê de leşkerek hat kuştin û 5 lekşkerên din birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:30:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x