Îsraîl derxistina yasaya qedexekirina pêwendiyan li parlamentoya Iraqê şermezar dike û weke yasayeke dûrî rastiyê bi nav dike.
Wezareta Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand: “Em biryara Parlamentoya Iraqê ya pesendkirina yasaya li dijî asayîkirina pêwendiyan û sepandina sizayê darvekirinê bi ser her kesekî pêwendiya wî ligel Îsraîlê hebe, şermezar dikin.”
Herwiha diyar kir: “Ev yasa Iraq û gelê wê ji rastiyê qut dike, serkirdeyên ku rêya rik û handanê hilbijart, zirar gihande gelê xwe.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Îsraîlê ji gelê Iraqê daxwaz dike ku "piştevaniya vê helwesta tundrewiyê nekin".
Wezareta Derve ya Îsraîlê tekez kir: “Rêkeftinnameyên aştî û asayîkirina pêwendiya dewletên Ereb ligel Îsraîlê, aramî û vejîn e ji bo gelên navçeyê û siberoja Rojhilata Navîn desteber dikin.”
Roja pêncşemê 26ê Gulana 2022yan Parlamentoya Iraqê projeyasaya qedexekirina asayîkirina pêwendiyan ligel Îsraîlê bi piraniya dengên amadebûyan pesend kir