Jeffrey: Pêwîst e Tirkiye û Sûriye li ser maseya çareseriya krîzê bin

Jeffrey aşkere jî kir, handana Tirkiyê ya bo endamên opozîsyonê ji bo beşdarîkirina endamên komîteya destûrê, gelekî bi sûd bû.

27.08.2020, Per - 10:59

Jeffrey: Pêwîst e Tirkiye û Sûriye li ser maseya çareseriya krîzê bin
Nuçe Belav bike

Nûnerê taybet yê Amerîka ji bo karûbarê Sûriyê ji bo gotûbêjkirina kirîza Sûriyê li Enqere ye û ragihand, ku divê rejîma Sûriyê vegere ser maseya danûstandinan û tekezî li ser giringiya beşdariya Tirkiyê li ser maseya çareserkirina krîza Sûriyê kir.

James Jeffrey ku ji Duh ve bi serdanekê li Tirkiyê ye, di daxuyaniyekê de bo medyayan ragihand, ku gera sêyem ya civînên komîteya nivîsandina destûra Sûriyê li Cenêvê destpê kiriye û got, ev destpêkeke baş e.

Jeffrey aşkere jî kir, handana Tirkiyê ya bo endamên opozîsyonê ji bo beşdarîkirina endamên komîteya destûrê, gelekî bi sûd bû.

Jeffrey herweha da xuyakirin, ew çaverêyî encamên pişkinîna vîrusa Coronayê ya çend endaman dikin û got, komîteya destûrê ji aliyê siyasî ve ber bi pêş ve diçe û ew bi wê yekê dilxweşin.

Derbarê rewşa Sûriyê de jî Jeffrey got, pêwîst e rûpela serbazî ya van şeran bi dawî bibe, pêwîst e rejîm vegere ser maseya danûstandinan û girîngiyê bi Civaka navdewletî bide.

Nûnerê taybet yê Amerîka ji bo karûbarê Sûriyê herwiha tekezî li ser beşdariya Tirkiyê di proseya danûstandinên Sûriyê de kir û got, “Tirkiye cîranê Sûriyê û Iraqê ye û Tirkiye rûbirûyê hemû van gefan dibe ku ji Sûriyê ve tên.”

James Jeffrey got: “Sûriye, hem jibo Tirkiyê û hem ji bo hemû cîranan, gefeke mezin a emnî û jepolotîk e. Jibo çareseriya vê kirîzê divê Tirkiye li ser maseyê amade be.”

Nûnerê taybet yê Amerîka ji bo karûbarê Sûriyê Duh gihîştibû Stenbolê û bi rayedarên Îtilafa Opozisyona Sûriyê re civiyabû.

James Jeffrey îro û sibê li Enqerê dibe û dê bi rayedarên Tirkiyê re bicive.


Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 874 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:42:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x