Ji Îsraîlê, dijî Îranê pêngavek li Sûriyê!

Serokêwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû da zanin ku, ger Sûriye li hemberî kiryarin Îranê bêdeng bimîne wê Îsraîl li Sûriyê binkeya baregeha leşkerî avabike.

27.11.2017, Pts - 11:21

Ji Îsraîlê, dijî Îranê pêngavek li Sûriyê!
Nuçe Belav bike

Televisyona Îsraîlê belav kir, Serokwezîrê Îsraîlê hişyarî daye Beşar Esed, heger razî bibe binkeyên leşlerî yên Îranê li Sûriyê bên damezrandin, wê demê Îsraîl tê nava şerê navxweyî yê Sûriyê.

Televisyona Îsraîlê ragihand, Benjamin Netanyahu bi riya aliyekî sêyemîn nameyek girêdayî wê babetê arasteyî Serokê Sûriyê Beşar Esed kiriye, lê navê wê aliyê sêyemîn aşkere nekiriye.

Li gor destnîşankirina kenalên Îsraîlê, Îsraîlê ji 6 salên bûrî yên krîza navxweyî ya Sûriyê dûr xistiye, lê heger Esed razî bibe hêzên Îranî bimînin û Îran binkeyên leşkerî li Sûriyê damezrîne, Îsraîl tê nava şerê navxweyî yê Sûriyê.

Her wiha Îran ji 6 salên bûrî ve bi riya şêwirmend û mîlîşyayên ser bi wê ve bi awayekî rasterast şer li aliyê rêjîma Sûriyê dike û li gor berpirsên Îsralê jî didin zanîn, ku Îran binkeyên leşkerî li nêzîkî Şama paytex dadimezrîne.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:20:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x