Ji şêwirmendê Esad bo Tirkiye û QSD'ê bertek

Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyna Şaban dibêje, Şam dest ji Reqayê bernade, tiştê ku li Kurdistana Iraqê çê bûye jî pêwîst e bibe dersek ji Kurdên Sûriyê re. Her wiha ji bo hêzên Tirkiyê jî ku li bakûrê Sûriyeyê dagirkirine wekî dagirker û derîkanûn binavkir.

08.11.2017, Çar - 08:24

Ji şêwirmendê Esad bo Tirkiye û QSD'ê bertek
Nuçe Belav bike

Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyna Şaban di hevpeyvînekê de ligel kenala Mayadîn de ragihand, her tişt li Sûriyê di destê Sûriyan de ye û ti gotûbêj li ser parçekirina Sûriyê yan cudabûna beşek jê yan federaliyetê li cem wan nîn e.

Şaban got jî, hikumeta Sûriyê dest ji Reqa bernade û dê wê vegerîne di bin desthilata xwe de û tiştê ku li Kurdistana Iraqê çêbûye pêwîst e bibe dersek ji Kurdên Sûriyê re.

Derbarê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Sûriyê de yên gotibû Şam dikare ji bo mafê otonomî bi Kurdan guftûgoyê bike, Şaban got, ew daxuyanî bi şaşî hatin fêmkirin.

Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 20'ê vê mehê di konferaseke rojnamevanî li nava Reqayê, rizagarkirina wî bajarî bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi fermî ragihand.

Buseyna Şaban di derbarê hebûna hêzên Tirkî û Amerîkî li Sûriyê, Şaban got, Tirkiye welatekî dagîrker e û ew û Amerîka bi ne rewa li Sûriyê ne û dê serederiyê digel wan wek hêzeke ne rewa bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1539 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:06:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x