Berdevkê Serokomartiya Tirkiyê radigihîne, ti niyaza Tirkiyê nîn e aloziya li Lîbyayê gur bike, lê di piştevanîkirina hikûmeta Wîfaq de berdewam be.
Berdevkê Serokomartiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, Tirkiye nexwaze û ti niyaza wê jî tune ye li Lîbyayê rûbirûyî dewletekê bibe, lê ji mafê hikûmeta Wîfaq e berevaniyê li xwe bike û Tirkiyê dê bi berdewam piştevaniyê lê bike.
Got jî: Tirkiyê li Lîbyayê hevsengî çê kiriye, em ji bo çareseriyê û destpêkirina proseya siyasî li gor rêbazên Netewên Yekgirtî û kongreya Berlînê li wî welatî ne.
Tekez kir jî, ti niyaza Tirkiyê nîne li Lîbyayê rûbirûyî Misr, Fransayê, yan ti welatekî din bibe.
Ev daxuyaniya Kalin di demekê de tê, Berdevkê Fermî yê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serperişiya Xelîfe Hefter, Ehmed El-Mismarî got, li derdora her du bajaran Sîrt û Cefrayê tevgereke zêde ya mîlîşyayên Wîfaq û Tirkiyê hene û tê çaverêkirin şerekî giran li wir derkeve.
El Mismarî got jî: Şerê bê, dê ne tenê şerekî Lîbî be, belkû dê hin aliyên din ên Erebî û biyanî jî hebin, ji ber ku planên Tirkiyê hene, ewlehî û aramiya navçeyê têk bidin.