Mihemed Nadir ku yek ji kurdên Efganistanê ye got ku hejmara Kurdên ku li Efxanistanê dijîn zêdetirî 350 hezarî ye.
Nadir, da zanîn ku her çendî nifşê nû ziman û çanda xwe ji bîr kiribin jî, lê hestên wan ên Kurdayetiyê bihêz in û bi Kurdbûna xwe serbilind in.
Mihemed Nadir Kurdekî Efxanistanê ye. Piştî ku Talibanê Efxanistan kontrol kir, ji Efxanistanê derket û niha li Amerîkayê dijî.
Bi gotina Nadir, koka wan vedigere Rojhilatê Kurdistanê û berê malbata wan ji serdema Şah Ebasê Sefewî ve ketiye Efxanistanê û li wir hêwirîne.
Kurdê Efxanistanê Mihemed Nadir dibêje "Divê ez bibêjim ku nasnameya min di koka xwe de Kurdî ye û em neteweyeke ji Kurdistana Îranê ne. Di serdema Şah Ebasê Sefewî di sala 1169an de, ji Îranê tên koçberkirin û diçin navçeya Qendehara Efxanistanê. Ev Mela Mistefayê Barzanî ye û ev jî birayê me yê mezin Kak Mesûd Barzanî ye. Ev jî pirtûkek e ku tê de hatiye nivîsandin em di kîjan serdemê de ji Îrana Sefewî hatine Efxanistanê. Belgeyeke vê yekê jî heye ku me di pirtûka xwe de bi cih kiriye. Di rûpela dawî ya pirtûkê de, qala wê yekê dike ku ji nav hemû pêkhateyên ku li Efxanistanê dijîn, eşîra (Rêkakan) ez ne piştrast bûm ku ew ji Kurdistana Îranê ya Sefewî hatine. Mezinên wan kî bûn, çi kirine, hemû di vê pirtûkê de hatiye nivîsandin. Mezinên me bi berdewamî beşdarî şerên serxwebûna Efxanistanê bûn û lehengî û wêrekiyeke mezin nîşan dan. Vê yekê cesaret da min jî, çimkî nasîna nasnameyê pir kûr e û divê tu xwe baş binasî."
“Hejmara Kurdan li Efxanistanê zêdetirî 350 hezar kesî ye”
Bi gotina Mihemed, hejmara Kurdan li Efxanistanê zêdetirî 350 hezar kesî ye. Wan ji xwe re civakeke biçûk ava kirine û têkiliyên xurt di navbera wan de hene.
Li Efxanistanê, paşnavê piraniya Kurdan li ser nasnameyê wekî Kurd hatiye nivîsandin û her wiha ev çend sal in ku wan komele û alayên xwe yên taybet jî ava kiriye.
Mihemed Nadir got "Di Konferansa Rojhilatnasiyê de, Dr. Bîloyê rojhilatnas, derbarê Kurdên Efxanistanê de gotibû ku 20 hezar malbat ji sala 1191ê li Efxanistanê hene. Niha danegeheke me ya pêkhateya Kurd li Efxanistanê heye. Me serjimêrî kir ku li navbera 50 heta 85 hezar Kurd li Efxanistanê hene. Berî 6 salan, me ji bo yekîtiya Kurdên Efxanistanê însiyatîfek kir. Li hemû eyaletan, me mezin û navdar kom kirin û me encûmenek pêk anî. Desteya serkirdatiya vê encûmenê jî heye. Serkirdatî mehê carekê dicive û em encamên civînê ji hemû Kurdên Efxanistanê re radigihînin. Di serdema komarê de, me karî di nav 43 neteweyên ku karîbûn ji bo nasnameyên xwe, nasnameyên elektronî wergirin, Kurdan jî karî nasnameya xwe wekî Kurd wergirin û kartên endamtiya wan ji aliyê encûmena serkirdayetiyê ve li ser wan hatin belavkirin. Niha Kurd pir baş birêxistinkirî ne û malpereke wan a elektronîk di beşa medyayê de heye."
Mihemed du pirtûk li ser Kurdan nivîsandine, yek li ser jiyana kurdan û neteweyên din e, ya din jî li ser kok, dîrok û jiyana Kurdên Efxanistanê ye lê hîn çap nebûye.
Herwiha Nadir plan dike ku di paşerojê de bi zimanên Peştû, Derî, Beluçî, Kurdî, Farisî û Îngilîzî jî çap bike.
Nadir diyar kir "Min ev pirtûk di nava 7 salan de qedand. Lêkolîneke meydanî ye. Ez derî bi derî çûm û bi mezinan re axivîm û min koka her eşîreke Kurdan dît. Pirtûk ji 10 beşan pêk tê û 446 rûpel e. Heger em behsa pirtûkê bikin, di pêşgotinê de tê ravekirin ka em kî ne û ji kîjan eşîrê ne, paşê em dabaşa (behsa) parçeyên Kurdistanê dikin. Kurdistan çend parçe ye û çend rûniştvanên wan hene. Di dawiyê de em têne ser mijara pêkhateya Kurdên Efxanistanê. Di vê pirtûkê de, me behs kiriya ka çend Kurd li eyaletên cuda hene."
Kurdên Efxanistanê ji Kurdên Kurdistana mezin hatine veqetandin. Bi gotina Mihemed Nadir, ji ber vê rewşa ku Efxanistan tê de bû, nikarîbûn bi hêsanî têkiliyan bi Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re deynin. Lê digel vê yekê jî wan hewl dane bi rêyên fermî vê têkiliyê deynin.
herwiha Nadir dibêje, wî hewl daye serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel Serok Barzanî bicive.
“Me bang li birayên Kurd kir ku werin û em hevdû nas bikin”
Mihemed Nadir anî ziman, "Di serdema komarê de, me çar nameyên fermî nivîsîn. Me nameyek ji Kurdistana Îranê re nivîsî, me nameyek ji Kurdistana Iraqê re nivîsî, me nameyek ji Kurdistana Sûriyeyê re nivîsî û me nameyek bi fermî ji Kurdistana Tirkiyeyê re nivîsî. Me bi fermî bi awayekî fermî xwest ku bi rêya Wezareta Derve bigihêje parçeyên Kurdistanê. Me bang li birayên Kurd kir ku werin û em hevdû nas bikin û nasnameya xwe bi hev re pênase bikin. Me name bi fermî nivîsandibû lê Bexdayê bersiva nameya me neda. Me nameya xwe rawestand. Me dixwest em werin û li gel birayên xwe û mezinên xwe û li gel rêzdar Mesûd Barzanî rêberê me yê qehreman hevdîtineke me hebe û em bi wî re bipeyivin. Planeke me ya stratejîk hebû. Me gelek hewl da ku em werin lê me nekarî xwe bigihînin wî û cenabê wî bibînin."
Nifşa nû ya Kurdên Efxanistanê ji ber dûrî û tevlîbûna wan di nav civaka Efxanî de hînî zimanê Kurdî nebûne û her wisa nikarîbûn çand, ziman û cil û kincên Kurdî bi başî biparêzin lê hîna jî hesta Kurdayetiyê di nav wan de xurt e û bi serbilindî xwe Kurd dihesibînin.
Herwiha Mihemed Nadir got "Rwalsonê Îngilîz gotiye ku ev Kurd berî 200 salî bi Kurdî diaxivîn. Bav û bapîrên me hene, yek ji wan bi navê Ubeydullahê Efendî ye ku dibe ku temenê wî zêdetirî 90 salî be, ew hinekî bi Kurdî dizanin. Mixabin Kurdî di nav gelê me de hatiye jibîrkirin. Em dizanin ku nasnameya mirov zimanê wî ye. Loma, di stratejiya me ya demdirêj de, plana me heye ku di pêngava yekem de zimanê kurdî dest pê bike û em bi dirustî hînî zimanê Kurdî bibin. Ji ciwanan dest pê bike heta bigihe mezinan û encûmena me ya rêberiyê û kar were qedandin."
Li gorî çend jêderên dîrokî, çûna Kurdan ya Efxanistanê vedigere berî 400 salî. Bi taybetî piştî ku di heyama Sefewiyan de çend malbatên Kurd bi merema nobedarîkirina sînorên Dewleta Sefewî li dijî dagirkeriya Tirk û Moxolan ji bo wan navçeyan hatin veguhestin.