Li Misrê 2262 xwendekar jehrî ketine

Li Suhaca bajarê Misrê 2 hezar û 262 xwendekar ji ber ku jehrî ketin, hatin dermankirin. Ji bilî 20 xwendekaran hemû bi biryara bijîşkan ji nexweşxaneyê derketine.

15.03.2017, Çar - 09:26

 Li Misrê 2262 xwendekar jehrî ketine
Nuçe Belav bike

Li Suhaca bajarê Misrê 2 hezar û 262 xwendekar ji ber ku jehrî ketin, hatin dermankirin. Ji bilî 20 xwendekaran hemû bi biryara bijîşkan ji nexweşxaneyê derketine.

Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku li 8 dibistanên bajarê Suhacê ya li başûrê welêt 2 hezar û 262 xwendekar ji ber şika ku jehrî ketine rakirin nexweşxaneyan.

Hat gotin ku dilê zarokan li hev ketiye, mîda wan êşiyaye û ew tirsyane. Tenê 20 zarokan ji bo dermankirinê li nexweşxaneyan mane.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev xwendekar jî dê di demeke nêz de ji nexweşxaneyê derkevin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:13:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x