Li Xezeyê heta niha 50 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 31ê Çiriya Pêşînê ve li Xezeyê 50 leşkerên wan hatine kuştin.

16.11.2023, Per - 06:47

Li Xezeyê heta niha 50 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya artêşê da hat diyarkirin, di pevçûnên li bakurê Xezeyê da 2 leşkerên wan ên din jî hatin kuştin û hejmara leşkerên kuştî bû 50.

Li gorî daxuyaniyê, 2 leşkerên Îsraîlê jî birîndar bûne û birînên wan giran in.

Artêşa Îsraîlê berê ragihandibû ku li Xezeyê 48 leşkerên wan hatine kuştin.

Li aliyê din, hejmara Filistîniyên ku li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê hatin kuştin gihişt 11 hezar û 500î.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:29:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x