Lubnanê ji bo vegerandina koçberên Sûrî planek amade kiriye

Hikûmeta Lubnanê plan daniye, koçberên Sûriyê vegerîne welatê wan û Wezreta Koçberan a Lubnanê ji bo cîbicçkirina vê planê komîteyek ava kiriye.

07.07.2022, Per - 13:27

Lubnanê ji bo vegerandina koçberên Sûrî planek amade kiriye
Nuçe Belav bike

Îsam Şerefedîn, Wezîrê Koçberan ê Lubnanê derbarê projeya vegerandina koçberên Sûrî de ragihandiye, “Projeya me wek wezareta koçberan, ku ji aliyê komîteya vegerandina koçberan ve hatiye serrastkirin, plan daniye her mehê 15 hezar koçberên Sûrî vegerîne. Vegerandin jî qonax bi qonax dibe li ser dema 12 mehan dirêj dike. Ji ber vegerandina yek milyon koçberî bi yekcarê zêde zehmet e, ev dibe barekeî giran li ser dewletê û koçberan bi xwe, êdî bi ewlehî û keramet dê vegerin, ev yek lêkolîn li ser hatiye kirin.”

Hikûmeta Lubnanê dibêje, koçberên Sûrî li ser wan barekî giran in, û diyar dike ku hikûmeta Sûriyê yasaya lêborînê dersxistiye.

Di hember de koçberên Sûrî û Neteweyên Yekbûyî dibêjin, hêj jî Sûriye wek xwe ye û ti garantiyek bo parastina jiyana sivîlan li Sûriyê tune ye.

Wezîrê Koçberan ê Lubnanê dibêje, “Dema Koçberên Sûrî piştrast bibin, ku vegera wan ewlehiyê ji wan re dabîn dike wê vegerin. Tişta heye divê Komisyona Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî alîkar be, me ji wan xwest 2 salan alîkariyan bidin koçberên Sûrî li nav welatê wan, lê dibêjin welatên piştîvan qebûl nakin ev yek çêbibe.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî niha li Lubanê yek milyon koçberên Sûrî dimînin, lê hikûmeta wî welatî dibêje hejmara koçberên Sûrî yên li Lubnanê 1 milyon û 500 hezar kes in.

Komisyona Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî vê plana hikûmeta Lubnanê red dike û dibêje, ew qet qebûl nakin koçberên Sûrî bi zorê bên vegerandin, herwiha red dike jî li gel herdû hikûmetên Beyrût û Şamê behsa vê planê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:36:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x