Maç ji ber peykerê Qasim Silêmanî hat betalkirin

Maça futbolê ya tîmên Sipahan û El-Îtihadê ji ber peykerê Qasim Silêmanî hat betalkirin.

03.10.2023, Sal - 10:24

Maç ji ber peykerê Qasim Silêmanî hat betalkirin
Nuçe Belav bike

Tîma Sipahanê ya Îranê û tîma El-Îtihadê ya Erebistana Siûdiyê dê ji bo maça Lîga Şampiyonan a Asyayê li Îsfehana Îranê bihatana pêşberî hev.

Tîma El-Îtihadê beriya maçê hat stadyûmê lê wan çav li peykerê Qasim Silêmanî kir.

Rayedarên tîma El-Îtihadê da zanîn ku ew ji ber peyker dernakevin maçe.

Hakemê maçê piştî vê rûdanê lîstik betal kir.

Tîma Sipahanê jî ragihand ku ew dê ji bo gilihkirinê serî li Konfedrasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) bidin.

AFCyê ji li ser hesabê xwe yê Xê destnîşan kir ku maça di navbera her du tîman de “ji ber hinek sedemên ku nedihatin pêşbînîkirin” hatiye betalkirin.

Fermandarê Îranî Qasim Silêmanî sala 2020î li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:36:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x