Misir, Cezayîr û Komkara Erebî daxwaza diyalogê ji aliyên Iraqî kirin

Misir, Cezayîr û Komkara Erebî daxwaz ji aliyên Iraqî kirin ku rê bidine zimanê diyalogê ji bo derbaskirina krîza siyasî ya heyî û hişyarî dan ku Iraq dê bikeve nav tundûtujî, kaos û xwînê.

30.08.2022, Sal - 07:52

Misir, Cezayîr û Komkara Erebî daxwaza diyalogê ji aliyên Iraqî kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê, Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Iraqî Berhem Salih teqez kir ku Misir piştgiriya ewlehî û aramiya gelê Iraqê dike.

Sîsî hêvî kir ku qeyrana siyasî bi rêya diyalogê û aramî, ewlehî were çareserkirin û bextewarî ji bo Iraqiyan xwest.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derva ya Cezayîrê da jî hat destnîşankirin ku geşedanên li Iraqê di bin siya geşedanên qeyrana siyasî û diyardeyên tundiyê yên ku ji ber vê yekê derketine bi fikariyeke mezin tên şopandin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyan hat kirin ku ji bo parastina mal û can zimanê diyalogê bikar bînin û berjewendiyên bilind ên welat bixin pêş.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî jî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebulgayt bang li hemû aliyên Iraqê dike ku ji bo derbaskirina rewşa niha berjewendiyên neteweyî li ser hemû mijarên din re bigirin.

Di daxuyaniya Komkara Erebî de hat ragihandin ku rewşa Iraqê dê bibe sedema tundûtûjî, alozî û xwînrijandina zêdetir û teqezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e bi aramî tevbigerin û xwe ji hemû kiryarên çekdarî yên xwepêşanderên komên cuda dûr bixin û rê li ber rijandina xwînê bê girtin.

Roja Duşemê piştî ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr biryara xwe ya vekişîna ji siyasetê ragihand alîgirên wî ketine Herêma Kesk a Bexdayê, li gor zanyariyên dawî di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Iraqê de 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 xwepêşander jî birîndar bûne

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:14:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x