Mismarî: Şerekî mezin li Lîbya dê dest pê bike

Berdevkê Fermî yê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî ragihand, di demjimêrên pêş de dê li derdorê Sîrt û Cefra, dê şerekî mezin rû bide û dê aliyên derveyî beşdar bin.

15.07.2020, Çar - 09:07

Mismarî: Şerekî mezin li Lîbya dê dest pê bike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fermî yê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî ragihand, di demjimêrên pêş de dê li derdorê Sîrt û Cefra, dê şerekî mezin rû bide û dê aliyên derveyî beşdar bin.

Berdevkê Fermî yê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serperişiy Xelîfe Hefter, Ehmed El-Mismarî got, li derdora her du bajaran Sîrt û Cefrayê tevgereke zêde ya mîlîşyayên Wîfaq û Tirkiyê hene.

El Mismarî got jî: Şerê bê, dê ne tenê şerekî Lîbî be, belkû dê hin aliyên din ên Erebî û biyanî jî hebin, ji ber ku palnên Tirkiyê ewlehî û aramiya navçeyê dixe metirsiyê.

Ji aliyê xwe ve, fermanderê di artêşa Niştimanî ya Lîbî de Emîd Xalid Mehcob got: Misr jî hevpara rasteqîne ya ewlehiya li Lîbyayê ye û ji mafê wê ye destêwerdanê bike.

Pêştir jî, Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî ragihandibû, ew piştgiriya Serokê Arteşa Niştimanî ya Libyayê Xelîfe Hefter dikin û têketina hêzên Hikûmeta Hevpeyman a Neteweyî ya Libyayê bo Sîrtê û Cûfrayê ji bo wan xeta sor e.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 650 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:39:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x