Muqteda Sedr bangî 4 welatan kir: Rê bidin ku em herin Filistînê

Rêberê Tevgera Sedrê Muqteda Sedr, ji bo Filistînê bangî Urdun, Sûriye, Misir û Libnanê kir.

03.11.2023, Cum - 13:28

Muqteda Sedr bangî 4 welatan kir: Rê bidin ku em herin Filistînê
Nuçe Belav bike

Muqteda Sedr di banga xwe de xwest ku ev welat rê bidin alîgirên Tevgera Sedrê da ku herin li Filistînê xwepêşandanên aştiyana bikin û alîkariyên mirovî bigihînin xelkê.

“Em hêvîdar in hûn dê rê bidin ku birayên me yên Tevgera Sedrê”

Rêberê Tevgera Sedrê bi rêya hesabê xwe yê Xê bangî wan her çar welatan kir û got:

“Ez vê peyamê ji hikûmetên welatên bira re dişînim. Cîranên komara ezîz Urdun, Sûriye, Misir û Libnan…

Ez hêvîdar im hûn destûrê bidin birayên me yên Tevgera Sedrê bi awayekî aştiyane bigihin sînorên we.

Herwiha em hêvîdar in hûn dê rê bidin ku birayên me yên Tevgera Sedrê li sînorên Filistînê çalakiya rûniştinê bikin.

Heke hûn vê qebûl bikin, dê dîrok vê yekê ji were wekî serbilindiyekê binivîse.”

Li aliyê din, Rêberê Tevgera Sedrê 27ê Çiriya Pêşinê jî gotibû, “Bila balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê were girtin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:29:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x