Nakokiya navbera Ebadî û Heşdî Şabî her diçe gur dibe

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da zanî ku Heşdî Şabî tevlê bûyerên nebaş bûne.

09.11.2017, Per - 08:49

Nakokiya navbera Ebadî û Heşdî Şabî her diçe gur dibe
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekez dike ku gendelên zêde di nava girûpên Heşda Şeibî de hene.

Heyder Ebadî eşkere kir, gendeliyên mezin di nav girûpên Heşda Şeibî de çêdibin û beşek ji mûçeyên çekdaran ji bo bangeşeya hilbijartinan tê bikaranîn, got jî: Hejmareke zêde ya navên nerast di nav girûpên çekdarî de hene.

Tevî ku destûra Iraqê rê nade kesên serbazî yan girûpên serbazî beşdariyê di hilbijartinan de bikin, lê Ebadî nikare rê li ber vê gava hin ji serkirde û girûpên Heşda Şeibî bigre.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:59:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x