Netanyahu: Bersiva Israîlê bo êrîşên Hemasê dê Rojhelata Navîn biguhere

Serokwezîrê Israîlê haydarî da Hemasê û hemî aliyên piştevaniya wê dikin û ragehand, bersiva Israîlê bo êrîşên Hemasê dê Rojhelata Navîn biguhere.

10.10.2023, Sal - 07:20

Netanyahu: Bersiva Israîlê bo êrîşên Hemasê dê Rojhelata Navîn biguhere
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê (9ê Cotmeha 2023ê) nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê di ragehandinekê de belav kiriye, Benjamin Netanyahu bi serokên şaredariyên deverên sinorî yên başûrî re ku rûbirûyî êrîşên Hemasê bûne ragehandiye, em dê Rojhelata Navîn biguherin bê, ku ronkirinekê li ser wê daxuyaniyê bide.

Herwesa Serokwezîrê Israîlê amaje bi wê yekê jî kir, “ew êrîş bi hêsanî bi ser Hemasê re derbaz nabe û me ji nû dest bi bersivdanê kiriye. Amaje bi wê yekê jî kiriye ku tenê dem û helwesteke bihêz di rojên bên de ji proseyê re pêdivî ne”.

Di pareke din a gotinên xwe de Netanyahu daxwaz ji serokên şaredariyan kiriye, “xwe ragirin ji ber ku em dixwazin Rojhelata Navîn biguherin”.

Roja Şemiyê (7ê Cotmeha 2023ê) balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê, zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin kirin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî.

Li gor amarên medyayên Israîlê (heta seet 8:30 ê îşev) zêdetir ji hezar Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî du hezar kesên din jî birîndar bûne, li beranberî wê jî li dû amarên Saxlemiya Xezzeyê, nêzî 600 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî du hezar û 500 kesên din jî di encama bordumana Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:28:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x