Netanyahu: Divê em karê xwe yê li Xezeyê biqedînin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Washingtonê got, “Divê em karê xwe yê li Xezeyê biqedînin.”

05.02.2025, Çar - 09:09

Netanyahu: Divê em karê xwe yê li Xezeyê biqedînin
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Koşka Spî li hev civiyan û wan daxuyaniyeke hevbeş da.

Netanyahu got ku divê ew "karê xwe yê li Xezeyê biqedînin" da ku "paşeroja xwe misoger bikin" û "aştiyê bînin herêmê".

Netanyahu pesnê Trump da û got "Tu li Koşka Spî dostê Îsraîlê yê herî mezin.”

Wî bîr anî ku Trump di dema xwe ya yekem a serokatiyê de Qudis wekî paytexta Îsraîlê nas kir, Balyozxaneya Amerîkayê veguhast Qudisê û mafê Îsraîlê yê li ser Girên Colanê parast.

“Hûn dikarin xeyal bikin?”

Serokwezîrê Îsraîlê behsa bandora Trump a li ser agirbesta Îsraîl û Hemasê kir da zanîn ku piştî Trump li Koşka Spî rûniştiye Amerîkayê alîkariyên ku didan saziyên Neteweyên Yekbûyî yên li Xezeyê qut kirine û anî zimên:

"Gelî xanim û began, ev hemû di nava du hefteyan de çêbûn. Hûn dikarin xeyal bikin ku em dê piştî 4 salan li kû bin? Ez dikarim texmîn bikim."

Netanyahu got ku divê ew "karê xwe yê li Xezeyê biqedînin" da ku paşeroja xwe misoger bikin û aştiyê bînin herêmê.

Wî got ku Încîl dibêje, “Gelê Îsraîlê dê wekî şêran bilind bibe” û pê de çû:

“Em îro bilind bûn, hîrîna Şêrê Yahuda li Rojhilata Navîn bi dengekî bilind tê bîhîstin. Îsraîl ti carî ew qasî bi hêz nebûbû.”

Armancên Îsraîlê 

Wî got ku sê armancên wan li Xezeyê hene û ew jî ev in:

"Jiholêrakirina şiyan û birêvebiriya Hemasê, rizgarkirina hemû dîlan û temînkirina ku Xeze ji bo Îsraîlê careke din bibe tehdîd."

Trump gotibû Filistînî dikarin li Misir û Urdinê çêtir bijîn, Netanyahu li ser van ramanên wî got:

"Serok Trump vê yekê dibe asteke gelekî bilind. Ew ji bo wê herêmê paşerojeke cuda dibîne."

Netanyahu got, Trump amade ye ji ramanên kevneşopî derkeve û got, "Ev dikare dîrokê biguhere û bi rastî hêja ye ku em li pey vê rêyê biçin."

Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x