Netanyahu: Operasyona bejayî ji bo rizgarkirina dîlan firsend e

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku operasyona bejayî ya li Xezeyê ji bo rizgarkirina dîlên di dest Hemasê de "firsend" e.

31.10.2023, Sal - 07:28

Netanyahu: Operasyona bejayî ji bo rizgarkirina dîlan firsend e
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna heftane ya kabîneya Îsraîlê de axivî û rewşa li Xezeya nirxand.

Netanyahu got, "Em di şer de ne û me hedefeke zelal diyar kir ku em şiyanên leşkerî û otorîter ên Hemasê ji holê rakin û herwiha em vê bi awayekî sîstematîk dikin."

“Xezeyeke cuda dê hebe”

Netanyahu destnîşan kir, operasyona bejayî ya li Xezeyê dê "ji bo demekê biajo" û got:

"Lêbelê di dawiya wê de ez soza tiştekî didim we: Hemas dê têk biçe, dê ji holê were rakirin û Xezeyeke cuda dê hebe."

Serokwezîr Îsraîlê herwiha diyar kir, ew hewl didin ku dîlên Îsraîlî yên di dest Hemasê de ne bên berdan û wiha got:

"Operasyona bejayî ji bo berdana wan firsendekî diafirîne û em dê vê ji dest nedin."

“Başûrê Xezeyê ewle ye”

Netanyahu ji xeynî vê, banga xwe ya ji bo Filistîniyên li bakurê Xezeyê dubare kir ku herin başûr.

Wî herwiha îdia kir ku li başûrê Xezeyê "herêmên ewle" hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:37:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x