Netanyahu piştî êrişên Hemasê: Em di şer de ne!

Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya li ser êriş û operasyona ku Hemasê li dijî Îsraîlê da destpêkirin got, “Em di şer de ne û em dê bi ser bikevin.”

07.10.2023, Cts - 14:14

Netanyahu piştî êrişên Hemasê: Em di şer de ne!
Nuçe Belav bike

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi dehan balafirên şer êrişî Xezeyê kiriye.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku bi dehan balafirên şer li Xezeyê li armancên cuda yên Hemasê dan.

Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam, baskê çekdar ê Hemasê ragihand ku wan serê sibê operasyona “Tofana Eqsayê” li dijî Îsraîlê daye destpêkirin û bi mûşekan êriş pêk anî.

Herî kêm 22 kesan canê xwe ji dest da

Rêxistina alîkariya bilez a Îsraîlê, Stêrka Sor a Dawidî ragihand ku di êrişên çekdarên rêxistina Hemasê ya li dijî Îsraîlê de herî kêm 22 kesan canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxuyaniyeke vîdeoyî weşand.

Netanyahu di vîdeoyê de diyar kir ku welatê wî di “şer” de ye û ew “dê bi ser bikevin”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 197 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:39:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x