Di civînê de ku bi awayekî girtî birêve çû, Parlemana Misrê bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya niştimanî û ewlehiya welatê Erebî ji metirsiyên hêzên derveyî, şandina hêzên Misrî bo derveyî welat pesend kir.
Tirkiye ku ji bo piştevaniya hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê bi serokatiya Fayiz Serac dike, li hemberê jî Misr, Siûdiye û Îmarata Erebî piştevaniyê li Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi serokatiya Xelîfe Hefter dikin.
Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî bi beşek ji serok eşîreyên Lîbyayê re civiya, ku daxwaz ji Misrê kirin, destêwedana serbazî di Lîbyayê de bike, ji bo rêgiriyê li destêwedana Tirkiyê bike. Ji ber wê duhî Sîsî di derbarê rewşa Lîbyayê de bi Encûmena Berevaniya Niştimanî ya Parlemana welatê xwe re civiya.
Di civînê de ku bi awayekî girtî birêve çû, Parlemana Misrê bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya niştimanî û ewlehiya welatê Erebî ji metirsiyên hêzên derveyî, şandina hêzên Misrî bo derveyî welat pesend kir.
Ev biryara Parlemana Misrê, ku navê Lîbyayê bi aşkere neaniye, lê hejmarek parlemanterên Mirsê diyar kirin ku ev biryar ji bo Lîbyayê.
Herwiha bi vê biryarê re, egera rûbirûbûna rasterast di navbera artêşa Misr û Tirkiyê de derdixe pêş.
Pêştir û di 20 meha Hezîrana bûrî, Serokê Misrê Ebdulfeta El Sîsî hişyariya destêwerdana serbazî dabû hêzên hikûmeta Wîfar, heger bi piştevaniya Tirkiyê pêşrewiyê ber bi rojhilat ve bikin.