Pêntagon: Tirkiyê nêzîkî 4 hezar çekdarên Sûrî yên bikirêgirtî şandine Lîbyayê

Wezareta Berevanîya Emerîkayê, bo cara yekem, raportek derbarê hêzên ser bi Tirkîyê li Lîbya belav kir û raghand, li sê mehên destpêka ev sal, Tirkiyê 3,500 heya 3,800 çekdarên Sûrî bikirê girtine û şandine Lîbyayê.

18.07.2020, Cts - 11:52

Pêntagon: Tirkiyê nêzîkî 4 hezar çekdarên Sûrî yên bikirêgirtî şandine Lîbyayê
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) aşkera dike, Tirkiyê 4 hezar çekdarên Sûrî yên bikirêgirtî şandine Lîbyayê.

Wezareta Berevanîya Emerîkayê, bo cara yekem, raportek derbarê hêzên ser bi Tirkîyê li Lîbya belav kir û raghand, li sê mehên destpêka ev sal, Tirkiyê 3,500 heya 3,800 çekdarên Sûrî bikirê girtine û şandine Lîbyayê.

Ev raport di demekê de ye, şer û alozî li Lîbya ya dewlemend bi petrolê gehiştîye tiropkê û ew welat bûye cihê yekalîkirina şerê welatên girhêz û li ser erdê jî, çekdarên bikirêgirtî şerê alîyên cuda dikin.

Di raporta Pêntagonê de, tenê behsa hejmûna Tirkiyê dike di dema çarêka yekem a ev sal de. Di raporta Pêntagonê de hatîye, Tirkiyê pere dane, herweha pêşniyaza kirîye, nasname ya Tirkiyê dê bide wan hezaran çekdaran Sûrî yên bikirêgirtî; ku milbimil li gel mîlîşyayên akincî yên Tirîpolê li dijî Hefter, fermandarê Supayê Nîştîmanî ya Lîbyayê şer dikin.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 627 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:38:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x