Pêgehên çekdaran li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê hatin bombebarankirin

Jêderên ewlekarî yên Îraqî dibêjin, pêgehên komên çekdar devera El-bokemal a Sûriyeyê, ji aliyê dronan ve hatin bombebarankirin.

30.12.2023, Cts - 07:05

Pêgehên çekdaran li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê hatin bombebarankirin
Nuçe Belav bike

Jêderekî ewlekarî yê Îraqî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji “al-Hurra” re ragihand, “Dronan 3 caran êrîşî pêgehên komên çekdar devera El-bûkemal kirin, di encamê de 8 kamyonên ku ji aliyê Îraqî ve ketibûn aliyê Sûriyeyê, hatin jinavbirin.”

Wî jêderî amaje bi wê jî kir, agir bi pêgehên hatine armanckirin ket, bêyî ku ti zanyar derbarê ziyanên canî de bide.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, dronên Amerîkî 9 caran pêgeh û kamyonên grûpên çekdaran li El-Bokemalê li ser sînorê Sûrî-Iraqî bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, nêzîkî 20 kesan di wan êrîşan de hatin kuştin û birîndarkirin.

Ev yek piştî wê tê, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin roja Duşema borî gotibû, artêşa Amerîkayê 3 cihên li Iraqê bombebaran kirine ku ji aliyê komên alîgirên Îranê ve dihatin bikaranîn. Ev yek jî weke bersivekê bû li ser êrîşekê li ser bingeheke Amerîkî hat ku tê de leşkerên Amerîkî birîndar bûbûn.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê di 7ê Cotmeha borî ve, Hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê rastî bi dehan êrîşan hatine

Li gorî rayedarekî leşkerî yê Amerîkayê, ji meha Cotmehê û heta niha ve, 103 êrîş li dijî hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:08:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x