Fermandarê Pasdarên Şoreşa Îranê Mihemed Elî Caferî di daxuyaniya ku doh di konferanseke li Tehranê de ragihandibû de got, şerekî ku li herêmê derkeve de ‘dê Îsraîl ji ji holê were rakiirn.' Caferî diyar kir ku di rewşeke wisa de rêxistina Hamasê ya Filîstîn û Hîzbûlaha Lubnanê li hember Îsraîlê de bi hevre, bi ‘eniya berxwedanê' re tevbigerin.
Li gor ku çapemeniya Îranê ragihandiye Caferî di çalakiya ku bi beşdariya milîsên Besîc yê bedilxwazî ku baskên Pasdarên Şoreşa Îranê ne de axivî û diyar kir ku şerekî ku li herêmê derkeve dê encama ji holê rakirina Îsraîlê derxe holê.
Caferî da zanîn ku: "Îro gotina ku dê şerekî nû bi tunekirina Îsraîlê biqede îdîayeke ku hatiye piştrastkirin e.'
Caferî bal kêşand ser şerên di navbera Hîzbulah û Îranê de ku di sala 2006 û 2008an de derketibûn û got: "Îsraîl di şerê 33 Rojan û yê 22 Rojan de beşek ji hêza Eniya Berxwedanê dît.'
Caferî da zanîn ku êdî: "Êdî eniya mezin a berxwedanê hatiye pêkanîn. Ev îdîa jî hatiye piştrast kirin." Caferî aşkere kir ku heke Hîzbûlah Lubnanê rastî êrîşê were, dê beşdarên din yê ‘eniya berxwdanê' biçin alîkariya wê.