Îranê li Tengava Besrayê dest danî ser 2 tankerên ku hat îdiakirin bi 4 milyon û 580 hezar lître sotemeniya qaçax barkirî ne.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Fermandariya Hêzên Deryayî ya Artêşa Îranê li ser mijarê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Li başûrê Girava Ebû Mûsayê ya li Tengava Besrayê dest bi ser 2 tankeran de hatiye girtin.”
Li gorî daxuyaniyê li tankerekê 2 milyon û 280 hezar lître sotemeniya qaçax barkiriye û muretebatê wê 13 kesên biyanî ne.
Li tankera din jî 2 milyon û 300 hezar lître sotemeniya qaçax barkiriye û muretebatê wê jî 21 kes in.