Serokkomarê Îranê dê serdana Sûriyê bike û bi Esed re bicive

Berpirsekî pilebilind ê Hikûmeta Sûriyê ragihand, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dê bi serdaneke du rojî biçe Şamê û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bicive û hejmarek rêkeftin îmze bike.

29.04.2023, Cts - 08:26

Serokkomarê Îranê dê serdana Sûriyê bike û bi Esed re bicive
Nuçe Belav bike

Medyaya Sûriyê belav kir ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dê çend rêkeftinan bi Beşar Esed re îmze bike ku piraniya wan di warê aborî de ne. Piştî sala 2011an vv dê yekem serdana serokomarekî Îranê be ji bo Sûriyê.

Berpirsê pilebilind ê Hikûmeta Sûriyê, nêzîkbûna Îran û Erebistana Siûdî û zêdebûna hewlên ji bo bidawîkirina dûrxistina Sûriyê ji aliyê welatên endamên Komkara Erebî, sedemên sereke ne ku Reîsî di vê demê de serdana Sûriyê dike.

Îran hevpeymanê sereke yê Sûriyê ye û ji sala 2011an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê li hember êrîşên grûpên opozîsyonê çi ji dest hat kiriye ji bo alîkariya artêşa Sûriyê lê van alîkariyan bi tenê têrê nekir lewra di dawiya sala 2015an de Rûsyayê destwerdana leşkerî kir û Artêşa Sûriyê bi vî awayî karibû bajaran bi dest bixe.

Rayedarekî Îranî di sala 2016an de ji medyaya Brîtanyayê re ragihandibû ku ji sala 2011an ve zêdetirî 1000 serbazên Îranî û çekdarên ku Îran piştgirîya wan dike li Sûriyê hatine kuştin.

Li gorî raporeke rêxistineke Sûrî ya sala 2022an, ji sala 2011an û vir ve nêzî 10 hezar leşker û çekdarên ku Rûsya û Îran piştgiriya wan dike li Sûriyê hatine kuştin ku ji wan 1712 çekdarên Hizbullahê û 8628 serbazên Îran, Rûsya û yên ser bi wan ve bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:32:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x