Serokwezîrê Iraqê û Serokkomarê Îranê li New Yorkê civiyan

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî êvara Sêşembê li New Yorkê bi hev re civiyan û peywendiyên du alî, rewşa siyasî ya Iraqê û danûstandinên asayîkirina peywendiyên navbera Îran-Siûdiyê gotûbêj kirin

21.09.2022, Çar - 07:30

Serokwezîrê Iraqê û Serokkomarê Îranê li New Yorkê civiyan
Nuçe Belav bike

Êvara Sêşembê bi dema New Yorkê û serê sibeha îro bi dema Hewlêrê, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li hotela lê dimîne li New Yorkê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Îranê, di wê hevdîtinê de behsa peywendî û alîkariyên di navbera herdu welatan de û rewşa siyasî ya Iraqê hatiye kirin.

Îbrahîm Reîsî spasiya Serowezîr û xelkê Iraqê kiriye bo pêşwazîkirin li ziyaretkarên Çileya Îmam Hisên. Heweha hêvî xwestiye ku aliyên Iraqî li hev bikin ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz.

Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî jî gotiye ku xelkê Iraqê di derbarê Çileya Îmam Hisên de tenê erkê xwe bicî anîne. Behsa rewşa siyasî ya Iraqê jî kir û sipasiya rol û alîkariyên Îranê kir.

Di wê hevdîtinê de mijara danûstandinên Îran û Siûdiyê bi navbeynkariya Iraqê jî hate kirin, Îbrahîm Reîsî got, Îran pêşwaziya çaksaziyê di pêwenadiyên li gel Siûdiyê dike, lê bi mercê ku ew peywendî li ser bingeha wan danûstandinên berdewam bin ku li Bexdayê hatine kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:14:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x